Li Stenbolê qeza, 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sultanbeyliyê ya Stenbolê di encama lihevxistina du mînîbusan de 9 kes birîndar bûn ku hinek ji wan geştyar bûn.
Li ser Otobana TEMê ya li herêma Sultanbeyliyê, mînîbusa bi plakaya 34 YB 3412 a ku geştyar vediguhastin, bi mînîbusa bi plakaya 37 AAZ 038 re li hev qelibî.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyeyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Bi alîkariya îtfaiyeyê û kesên derdorê, kesekî ku di mînîbusê de asê mabû ji cihê xwe hat derxistin.
Di qezayê de 9 kesên di mînîbusan de birîndar bûn.
Piştî midaxeleya destpêkê ya li cihê bûyerê, birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin.
Otobana ku ji ber qezayê du şerîdên wê hatibûn girtin, piştî rakirina mînîbusan ji nû ve ji trafîkê re hat vekirin.