Derbarê Ozgur Ozel lêpirsîn hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel de ji ber gotinên wî yên li dijî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek dest bi lêpirsînê kir.
Li gorî agahiyan, Serdozgeriyê piştî axaftina Ozel a di mitînga partiya xwe ya li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê de lêpirsîn vekiriye.
Derbarê Ozel de bi tohmetên “heqareta li karmendê dewletê” û “gefê” lêpirsîn hat vekirin.
Ozgur Ozel çi gotibû?
Serokê CHPyê Ozgur Ozel di mitînga partiya xwe ya doh a li Beyogluya Stenbolê de bi hejandina tiliya xwe bi gotinên tund bertek nîşanî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Akin Gurlek dabû û gotibû, "Ez dê hesabê vî karî ji te bipirsim."
Ozel rexneyên xwe yên tund domandibûn û wiha axivîbû:
"Ez ji Akin Gurlek dipirsim, ew Akin Gurlekê ku ji parêzerê Ekrem Îmamoglu yê ku dema gazî kirin hat re got 'gumana revê heye' lê ji kesê ku li ser revê hat girtin re got 'cezayê hepsa malê bes e'.
Heke qasî zerekê namûsa te hebe, tu dê bibêjî te çima wisa kir."