Li Hatayê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Skenderûnê ya Hatayê di otomobîla ku bi kamyonê re li hev qelibî de kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn.

Li ser Cadeya Prof. Muammer Aksoyê, kamyona bi plakaya 31 AYF 771 a ku M.K. diajot û otomobîla bi plaqeya 31 V 7501 a ku Yasîn Îşlek diajot li hev qelibîn.

Di qezayê de Yasîn û Safînaz Îşlek û 2 kesên din ên ku navên wan nehatin zanîn ên di otomobîlê de bûn, birîndar bûn.

Tîmên tenduristiya birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Skenderûnê.

Lê Safînaz Îşlek jî li nexweşxaneyê mir.

Polîsan ajokarê kamyonê M.K. desteser kir.