Tirkiye: Aramiya Sûriyeyê rasterast bi ewlehiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku aramiya Sûriyeyê rasterast bi ewlehiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye û her pêngava ku di vî warî de tê avêtin beşdarî aştiya herêmê dibe.

Çavkaniyên wezaretê di brîfînga çapemeniyê ya heftane de gotin:

"Tirkiye di wê baweriyê de ye ku Sûriye dê bi modeleke birêvebirinê ya navendî bigihîje aramiyê ku yekparçeyiya ax û serweriya welêt diparêze û rê li ber xurtbûna hêmanên cudaxwaz digire."

“Tirkiye dê piştgiriya pêwîst bide”

Wezaretê da zanîn ku çalakiyên perwerde û şêwirmendiyê yên bi armanca zêdekirina şiyana Hêzên Çekdar ên Sûriyeyê berdewam dikin û got:

"Di vê çarçoveyê de, Tirkiye dê piştgiriya pêwîst bide avakirina navendên perwerdeyê yên ku li gorî daxwazên Sûriyeyê hatine plankirin.

Tirkiye dê piştgiriyê bide her tedbîra ku hikûmeta Sûriyeyê ji bo parastina yekîtî û yekparçeyiya xwe bigire."

Berdevkê Wezaretê Zekî Akturk jî ji çapemeniyê re axivî û got ku Îsraîl “êrişên xwe yên bêperwa” yên ku "aştî û aramiya herêmê dikin hedef" didomîne.

Akturk got ku Îsraîl bi zanebûn sivîl û rojnamegerên bêguneh dike hedef.

Wî anî ziman ku li hemberî kiryarên bi vî rengî, misogerkirina agirbesteke mayînde, vekirîhiştina korîdorên alîkariya mirovî û darizandina berpirsan bûne erkên bingehîn ên civaka navneteweyî û got:

 "Êrişên Îsraîlê yên li Sûriye, Libnan û Yemenê jî ewlehî û aramiya herêma me têk didin.

Ji bo aştiya herêmî û aramiya wê, pêwîst e ku Îsraîl rêzê li yekparçeyiya ax û serweriya hemû welatên cîran û herêmê bigire."