Di derbarê Deklarasyona HDPê de helwesta CHP û Partiya DEVAyê
Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek got ku yekbûna hemû partiyên derveyî Tifaqa Komarî li dora “sîstema parlamenteriyê” giring e. Berdevkê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahîn jî got giraniya HDPê ya li ser pergala parlamenteriyê erênî dibînin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27.09.2021an de li Enqera paytexta Tirkiyê nexşerêya partiya xwe eşkere kiribûn.
Partiya demokratîk a Gelan HDP li Enqerê di deklerasyona ku ji 11 maddeyan pêk tê, tê de Demokrasiyeke bihêz, darazeke bêalî û serbixwe, îradeya gel, ne rejîma qeyûman, çareseriya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurdan, dîplomasiyeke aştiyane, azadî û wekheviya jinan, di aboriyê de edalet, di rêvebiriya giştî de liyaqet, parastina xwezayê, jiyaneke azad ji bo ciwanan û makeqanûneke demokratîk ragihandibû.
Cîgirê Serokê CHPê Muharrem Erkek deklarasyona ku ji aliyê HDPê ve hatibû ragihandin nirxand û got “yekbûna hemû partiyên derveyî Tifaqa Komarî li dora “sîstema parlamenteriyê” giring e. Di nav avahiya unîter de, em hemî pirsgirêkên xwe li parlamentoyê, ku zemînek rewa ye, çareser dikin. Hemû nûnerên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û şandine parlamentoyê rewa ne.”
Muharrem Erkek di derbaraê banga HDPê ya “Ji bo çareserskirina bi muxataban re diyalog” got “Muxatabên me partiyên siyasî yên ku di parlamentoyê de koma wan heye û yên hilbijartî ne.”
Berdevkê Partiya DEVAyê Îdrîs Şahîn jî got “Em dê di nav ti tifaqekî de cih negrin. Di derbarê kî bibe serokkomar jî, gave ku ew dem hat em dê rûnên biaxivin.”
Îdrîs Şahîn wiha axivî “Wek Partiya DEVAyê, em gelekî kêfxweş in ku HDP dixwaze di nava siyaseta demokratîk de çareseriyan pêşkêş bike. Ramanên wan rasterast wan bixwe ve eleqedar dike. Di siyaseta meşrû ya demokratîk de em danûstandin û hevdîtinên bi vî rengî yên di navbera partiyên siyasî de girîng dibînin.
Dîtina wan ya ku di nav ti tifaqekî de cih negrin, bi temamî wan eleqeder dike. Em rêzê ji raya HDPê re digirin, ku xwedî kesayetiyek yasayî ya cihêreng û serbixwe ye, di vê xalê de. HDP xwedî kesayetiyek hiqûqî ya cihêreng, serbixwe, em li ser vê xalê rêzê li nerîna we digirin.
Di vê xalê de, em dixwazin îfade bikin ku em nêzîkatiya HDP ê erênî dibînin. Bê guman, ew jî di nav siyaseta rewa de ne. Me diyar kir ku ger ew daxwaza hevdîtinê bikin, ger mijar li gorî me guncaw be, em dikarin bicivin."