Li Mêrsînê mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: 3 mirî û 16 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tarsûsê ya Mêrsînê, mînîbuseke ku karkerên çandiniyê vediguhastin ji paş ve li TIRekê da û di encamê de 3 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.

Mînîbusa bi plakaya 07 BCY 359 a ku M.G. diajot, li ser Rêya Enqere-Tarsûsê li devera Damlamayê ji paş ve li romorka TIRa bi plakaya 42 ASD 781 xist ku B.A. diajot.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê cendirme û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Tîmên tenduristiyê diyar kir ku 3 kesên di mînîbusê de li cihê bûyerê mirine û 16 kesên birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê.