Li Tirkiyê zanîngeha teknolojiya etomî tê ekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ragihand,Tirkiye dê bi alîkariya Japonê, girêbestekê îmze bike ku zanîngeha teknolojiya etomî li Tirkiyê damezrînin.
Li gorî ajansa Anadolu,Taner Yildiz li bajarê Qeyserî ji çapemeniyê re diyar kir ku, Serokwezîrê Japonê Şînzo Abî ji bo xurtkirina têkliyên di navbera her du welatan û îmzekirina vê projeyê, dê roja sibê (29.10.2013) serdana Tirkiyê bike.
Taner Yildiz destnîşan kir ku ji bo ku ew proje têkeve pratîkê, divê ji aliyê parlamentoyên her du welatan ve were pesendkirin.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê da zanîn ku Tirkiye û Japon li ser avakirina navendeke sotemeniya etomî jî goftûgo bikin.