Li Edeneyê 6 kes ji ber DAIŞê hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Edeneyê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 6 gumanbar hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM) ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Bajêr, ji bo rêlibergirtina çalakiyên DAIŞê xebatek meşand.
Tîman adresên 6 gumanbarên ku tê îdiakirin ku ji bo rêxistinê endam peyda dikirin, destnîşan kirin û operasyoneke hevdem li dar xist.
Di operasyonê de gumanbarên bi navên E.K. (19), A.K. (19), M.S.A. (22), M.K. (25), Z.C. (31) û Y.K. (33) hatin desteserkirin.
Di lêgerînên li adresan de demaçeyeke bêruxset, gelek fîşek û pirtûkên rêxistinê yên qedexekirî hatin dîtin.
Hat îdiakirin ku gumanbaran li ser hesabên xwe yên medyaya civakî jî ji bo ku bingeha rêxistinê zindî bihêlin parvekirin kirine.
Kar û barên gumanbaran ên li ewlehiyê berdewam dikin.
Ji aliyê din ve, operasyon ji aliyê kamerayên polîsan ve hat tomarkirin.