Parlamentera AK Partiyê: Pêwîst e Komîsyon li Ocalan guhdarî bike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera AK Partiyê ya Amedê Suna Kepolu Atamanê eşkere kir ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê divê Komîsyon guh bide Abdullah Ocalan.

Sunayê behsa biryara vekişîna PKKyê kir û diyar kir ku ev gaveke birûmet e.

Parlamentera AK Partiyê da zanîn ku piştî karê Komîsyonê bi dawî bibe dê li parlamentoyê hin guhertinên yasayî bên kirin.

Parlamentera AK Partiyê beşdarî bernameya “Rojî Hiwa Cemal” a Tora Medyayî ya Rûdawê bû.

Sunayê amaje bi pêşhatên dawî yên pêvajoyê çareseriyê kir û wiha got:

“Ev gava PKKyê ya vekişandina hêzên xwe gaveke gelekî germ û bi rûmet e.

Ev bersivek e ji bo wan bangên Îmralî, Devlet Bahçelî, Serokkomar, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş û berpirsên din kiribûn.

Dema mirov li rewşê dinêre dibîne ku dîrokeke nû tê nivîsandin dîrokeke nû ya biratiya Tirk û Kurdan tê nivîsandin.”

Parlamentera AK Partiyê bawer dike ku pêvajo vê carê têk naçe û got, “Ez bawer nakim ku ev pêvajo têk biçe.

Çimkî vê carê hem li parlamentoyê û hem jî li derveyî parlamentoyê hemû alî bi dilekî germ ji bo serkeftina wê dixebitin.

Ez bawer nakim ev pêvajoya çareseriyê wekî ya berê têk biçe û bi dawî bibe.

Berpirsên me, berdevkên partiyan me jî tînin ziman dema ku ev pêvaji bi dawî bibe biratiyek çêdibe û divê hin yasa bên guhertin.

Berpirsên me behsa vê dikin û çimkî lihevhatinek pêk tê.

Piştî karên Komîsyonê dê kîjan yasa bên parlamentoyê em dê bi hevre bibînin. Li gorî min her tişt gelekî girîng e.”

“Komîsyona Biratiya Kurd û Tirkan”

Parlamentera AK Partiyê diyar kir ku hemû partiyên siyasî di Komîsyonê de cih digirin û wiha pê de çû:

"Ji bilî partiyeke mixalefetê, ji CHP û Partiya DEVAyê bigirin heta HUDA PARê, hemû bi hev re beşdarî Komîsyonê bûne û ev jî nîşan dide ku her kes bi hev re çareseriyê dixwaze."

Berpirsên DEM Partiyê û endamên DEM Partiyê yên di Komîsyonê de çend caran xwestibû heyeteke Komîsyonê biçe Îmraliyê li Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî guhdarî bike.

Sunayê li ser hevdîtina Ocalan û Komîsyonê jî got, "Pêwîst e mirov guh bide hemû kesî wekî din mirov nagihêje çareseriyê. Komîsyonek hatiye avakirin û karê xwe dike.

Ew kesê ku PKK saz kir û ava kir Abdullah Ocalan e. Ez dibêjim pêwîst e li Abdullah Ocalan jî bê guhdarîkirin.”