Parlamenterê AK Partiyê: Dibe ku HDPyî bêne berdan
Navenda Nûçeyan – Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Ali Şahin derbarê parlamenter girtî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de got, dibe ku Dadgeha Makezagonê biryara azadkirina wan bide.
Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Ali Şahin li navçeya Safranbolu ya Karabukê li restoranekê pirsên rojnamevanan bersivand.
Mehmet Ali Şahin derbarê parlamentern HDPê yê weke takekesî serlêdan li Dadgeha Makezagonê kirine de wiha got:
“Dadgeha Makezagonê heger weke biryara derbarê Mehmet Haberal de dayî bibêje, `ev hêj parlamenterên lewma divê parlemneniya xwe bikin` wê demê dê bêne azadkirin.”