Erdogan got 'Xeletiyên giran hatin kirin' û hişyarî da hêzên ewlehiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Di têkoşîna li dijî terorê de serdemekê xeletiyên gelekî giran hatin kirin. Van xeletiyan pirsgirêk mezin kir.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê beşdarî merasîmeke ewlehiyê bû.
Erdogan di axaftina xwe de mikur hat ku berê gelek şaşî hatine kirin û wiha got:
“Di têkoşîna li dijî terorê de serdemekê xeletiyên gelekî giran hatin kirin.
Van xeletiyan pirsgirêk mezin kir û aloz kir.
Pêwendiya di navbera dewlet û welatiyan de zerer dît.
Milet û dewletê bi hev re berdêla kiryarên şaş da.”
“Me dawî li şaşiyan anî”
Erdogan diyar kir ku di serdema AK Partiyê de nêzîkatiya ewlehiyê ji nû ve hatiye avakirin û wiha berdewam kir:
“Di 23 salên dawî de me dawî li şaşiyan anî, me xeletî telafî kirin.
Me bi hev re zemîna bêbaweriyê ji holê rakir. Me qet çavê xwe ji binpêkirina hiqûqê re negirt ku xwe li pişt ewlehiyê vedişart.”
“Dema hûn erkê xwe dikin dernekevin derveyî hiqûqê”
Erdogan diyar kir ku divê hêzên ewlehiyê dema erkê xwe tînin cih li gorî welatiyan tevbigerin û ev hişyarî dan:
“Hûn dê rêz û nefsbiçûkiyê li hemberî welatiyên me ji dest bernedin. Dema hûn erkê xwe dikin hûn dê dernekevin derveyî hiqûqê.
Hûn dê nehêlin keleşên bajêr, çeteyên kuçeyan, tacirên jehrê û rêxistinên terorê yên ku xwe di ser dewletê re dibînin nefesê bistînin.”