Numan Kurtulmuş: Kurd û Tirkan bi hev re Anadol kir warê Îslamê

28-11-2025
Nîşan Kurd Tirk Anadol Pêvajo Numan Kurtulmuş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got, “Kurd û Tirkan bi hev re Anadol kir warê Îslamê, bi hev re şehîd ketin.”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li Zanîngeha Çukurovayê ya Edeneyê axivî û bal kişand ser pêvajoya çareseriyê.

Numan Kurtulmuş di Merasîma Vekirina Sala Akademîk a Zanîngeha Çukurovayê de axivî.

Kurtulmuş amaje bi dîroka hevpar a gelên herêmê kir û got:

"Kurd û Tirkan bi hev re Anadol kir warê Îslamê û ji 1071ê ve ev ax kirin navenda mileta me ya ezîz.

Her wiha beriya Şerê Rizgariyê, li Çanakkale û di Şerê Cîhanê yê Yekem de li zêdetirî 10 eniyan Kurd û Tirkan mil bi mil di heman çeperan de şer kir, têkoşîn da û şehîd ketin.

Warê me hemûyan ê hevpar, cihê ku parveya hevpar a şaristaniya me hemûyan e ev ax e, axa Anatolyayê ye."

"Em nêzîkî dawiyê bûne"

Kurtulmuş diyar kir ku ew armanca pêvajoyê pêk tînin û got:

"Ez tînim zimên ku em  ji bo encamgirtinê êdî nêzîkî dawiyê bûne.

Ji niha û pê ve em destûrê nadin ku li vî welatî kesek jî tevlî rêxistinên terorê bibe û em qet destûrê nadin ku li vî welatî teror wekî maşika hêzên biyanî were bikaranîn."

"Dê tenê stranên biratiyê bên gotin"

Serokê Parlamentoyê destnîşan kir ku ew dixwazin li herêmê aramiyê pêk bînin û wiha pê de çû:

"Li ser axa vî welatî dê tenê stranên yekîtî û bihevreheybûnê, tenê stranên biratiyê bên gotin.

Em bi bihêzkirina biratiya xwe ya ezelî û ebedî ya di navbera Tirk, Kurd, Ereb û hemû 86 milyon welatiyên me yên ku xwedî cudahiyên etnîk û mezhebî ne û bi sedsalan e bi hev re bêyî dijminatî, şer û pevçûn jiyane, rêya xwe didomînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst