Papa Leoyê XIV. li Îznîkê ye û geştyar jî herikîn bajêr
Îznîk (Rûdaw) - Geşta Papa Leoyê XIV. a li Tirkiyeyê didome.
Papa piştî Enqereyê berê xwe da Stenbolê û ji wir jî çû Îznîkê.
Papa li Îznîkê tevî Patrîkê Ortodoksan Bartholomeos, li ser bazîlîkaya ku beriya niha bi hezar û 700 salan Konsula Yekem lê kom bûbû ayînek saz kir.
Hatina Papa li Îznîkê bû sedema kelecaneke mezin.
Geştyarên ji welatên cuda hestên xwe ji Rûdawê re anîn zimên:
“Di jiyanê de carekê dibe qismet”
Cherîz (ji Fîlîpînê ye): "Ez ji bo dîtina Papa hatime vê derê. Ew ji bo me Katolîkan gelekî girîng e. Em li Fîlîpînê dîtina Papa girîng dibînin, ji ber ku di baweriya me ya Katolîk de Papa ew kes e ku rê nîşan dide. Loma dîtina wî ji bo me gelekî girîng e. Ev tiştek e ku di jiyanê de carekê dibe qismetê mirov."
Dokas (ji Zambiyayê ye): "Hatina Papa ji bo hemû cîhanê gelekî girîng e. Bi ya min hatina wî ji bo hevgirtina mirovahiyê gelekî biwate ye. Loma bi ya min ev hatin ne tenê ji bo Xiristiyanan, ji bo hemû mirovahiyê girîng e. Ew rêya wê yekê nîşan dide ku em bi hevgirtinê dikarin aştiyê li cîhanê pêk bînin. Bi ya min ew dengekî pir pir mezin e. Tiştê ku ew dike karekî mezin ê mirovahiyê ye. Em minetdarê wî ne."
Mîroslav (ji Rûsyayê ye): "Ji bo me Katolîkan hatina Papa ya welatekî Misilman û balkişandina ser Gola Îznîkê û bawergeheke li vê derê karekî mezin e. Ew tiştekî dîrokî ye. Helbet bi taybetî ji bo alema Xiristiyanan meseleyeke gelekî girîng û dîrokî ye."
Napaula (ji Brezîlyayê ye): "Ez ji Brezîlyayê hatim. Ez gelekî ji dîrokê hez dikim û bi xwe jî profesora arkeolojiyê me. Li vê derê dîrokeke mezin heye. Papa ji bo vê hatiye û ew jî aştiyê dixwaze."
Ji xeynî geştyarên biyanî, ji Tirkiyeyê jî hinek kes çûne Îznîkê da ku Papa bibînin.
Natalya Dogan yek ji wan e û wê got, "Ji ber ku dê li vir tiştekî mezin bibe em hatine vê derê. Hem ji bo Katolîkan hem ji bo Ortodoksan wateya wê yekbûn e. Ev jî li welatekî Misilman dibe û ji bo hemû cîhanê gelekî girîng e."
Îsmaîl Kanî jî xwest diyariyekê bide Papa û got, "Em hatine ku em van diyariyan bidin Papa. Eserên Îslamî ne û em dixwazin bidinê. Helbet heger mijara ekumenîzmê nebe di hatina wî de ti pirsgirêk nîne."