Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyê biryarek da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand ku sînordarkirina elektrîka kargehên pêşesaziyê îro 29ê Çileya 2022ê bi dawî dibe.
Fatih Donmez li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û dibêje sînordarkirina gaza xwezayî ya li kargehên pîşesaziyê jî ji 31ê Çileya 2022ê û pê ve dê ji sedî 40 dakeve ji sedî 20an.
Donmez dibêje: “Li kargehên pîşesaziyê sînordarkirina elektrîkê 29ê Çile bi dawî dibe. Em spasiya karsazan dikin ku vê demê hevkariya me kirin. Herwiha gaza xwezayî jî ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya li aliyê Iranê bo dema 10 rojan hatibû rawestandin û ji ber vê yekê bo rêjeya ji sedî 40 hatibû sînordarkirin. Ji 31ê Çile û pê ve dê ev rêje dakeve ji sedî 20.”
Kompanya BOTAŞê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got gaza xwezayî ya ku ji Iranê tê bi armanca ceribandinê bi awayekî sînordar hatiye destpêkirin.
Ev di demekê de ye ku li çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber sînordarkirina elektrîk û gaza xwezayî hejmarek kargehan karên xwe rawestandine.