Mirina bêdeng: Koçber bi dizî li baxçeyan tên veşartin
Hewlêr (Rûdaw) - Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan, rapora xwe ya derbarê astengiyên li pêşiya mafê tenduristiyê yê koçberan û binpêkirinên mafan de eşkere kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiyeyê mafê tenduristiyê yê koçberan bi polîtîkayên îdarî, darayî û ewlehiyê bi awayekî sîstematîk tê astengkirin.
Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan, li Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) civîneke çapemeniyê li dar xist.
Endama ÎHDyê Gulseren Yoleriya ku rapor eşkere kir, diyar kir ku sala 2026an astengiyên li pêşiya koçberan ên ji bo gihîştina tenduristiyê gihiştine asteke "metirsîdar."
Ev rapor li ser bingeha çavdêriyên qadê yên saziyên wekî Komeleya HEVÎ LGBTÎ+, Tevgera Edaleta Civakî û Piştgiriya Tarlabaşiyê hatiye amadekirin.
Xizmetên tenduristiyê yên parastinê tên 'tasfiyekirin'
Li gorî raporê, bi jêbirina qeydên koçberan a ji Navendên Tenduristiya Malbatê (ASM), xizmetên tenduristiyê yên parastinê hatine "tasfiyekirin."
Bi taybetî bi rêziknameya nû ya ku 1ê Kanûna Paşîna 2026an ketiye meriyetê, ji bo xizmetên herî bingehîn ên tenduristiyê şertê prîma 3 hezar lîreyî hatiye danîn.
Ev yek bûye sedem ku bi hezaran koçberên ku di nav lepên xizaniyê de ne, ji derfetên dermankirinê bi temamî qut bibin.
Term wekî 'dîl' tên girtin, koçber bi dizî tên veşartin
Di raporê de teqezkirin ku "tarîfeya tûrîstan" a ku ji bo koçberên bêbelge tê sepandin.
Hat diyarkirin ku li nexweşxaneyên giştî sîstema fatûreyan heta 8 qatî ji ya asayî bihatir e û mafê tenduristiyê wekî "çavkaniya dowîzê" tê dîtin.
Ji ber bêderfetiyên aborî, nexweşxane termên koçberan wekî "dîl" digirin.
Malbatên koçber ên ku ji desteserkirin û dersînorkirinê ditirsin, neçar dimînin ku xizmên xwe yên wefatkirî li baxçeyan an jî li herêmên çol bi awayekî "neqeydkirî" veşêrin.
Di raporê de ev rewş wekî "barbarîyeke sîstematîk a ku mafê mirovî yê veşartina bi rûmet ji destê wî digire" hat pênasekirin.
Nexweşxane bûne 'qadên operasyonê'
Raporê destnîşan kir ku tenduristî hatiye krîmînalîzekirin. Nexweşxane êdî ne cihên şîfayê ne, bûne "qadên operasyonê" ku koçber lê tên kelepçekirin û dişînin Navendên Vegerandinê.
Kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk ên wekî tûberkuloz û HIVê hene, li şûna dermankirinê tên girtin û ber bi mirinê ve tên dehfdan.
Hin amarên raporê wisa ne:
- Zarok û ciwan: Ji sedî 47,5ê nifûsa penaberan ji zarokan pêk tê.
- Mirina pitikan û vaksînlêdan: 317 hezar û 128 pitik ji ber jêbirina qeydên wan a ji navendên tenduristiyê (ASM), ji xizmetên vaksînlêdan û şopandina geşedanê bêpar mane.
- Rêjeya Mirina Dayîkan: Ji ber zehmetiya gihîştina tenduristiyê, rêjeya mirina dayîkan a di nav koçberan de ku li Tirkiyeyê bi navînî 11,5 e, di nav koçberan de derketiye asta 25,0-32,0an.
- Nifûsa Temenmezin: 36 hezar û 702 koçberên temenmezin di nav krîza lênêrîn û şopandina nexweşiyên kronîk de ne.
- Kêmasiya Kapasîteyê: Li Stenbolê ji bo 409 hezar û 164 Sûriyeyiyên qeydkirî tenê 33 Navendên Tenduristiya Koçberan hene. Ev tê wê wateyê ku ji bo her navendekê 12 hezar û 400 kes dikevin.
- Astengiya Ziman: Piştgiriya wergêran tenê bi zimanê Erebî sînordar e; ev yek bi hezaran koçberên Afrîkayî û Asyaya Navîn ên ku bi Erebî nizanin di nav pergalê de dike "nediyar."
- Koçberên Hatine Girtin: Hejmara koçberên neyasayî yên ku hatine girtin sala 2019an 454 hezar û 662 bû lê sala 2025an daketiye 160 hezar û 253yan. Ev kêmkirin ne ji ber xelasbûna koçberiyê ye, belkî ji ber wê ye ku koçber ji tirsa girtinê bi temamî xwe vedişêrin û ji pergala tenduristiyê qut bûne.
Tora Piştgiriya Koçber û Penaberan di dawiya raporê de bang kir ku mafê tenduristiyê bêyî cudahî were misogerkirin, deriyên ASMyan ducare li ber koçberan werin vekirin û astengiyên darayî werin rakirin.