Endamê Cemaeta Îsmaîlagayê xwest xwenîşander werin kuştin, Baroyê doz vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê, derbarê Îsmaîl Hunerlîceyê ji Cemaeta Îsmaîlagayê gilî kir ku ji bo kesên ji bo Rojavayê Kurdistanê û Kobaniyê dimeşiyan daxwaza "fermana gulereşandinê" kiribû.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku vîdeoya navborî "bi awayekî eşkere banga tundiyê dike."

Di daxuyaniya Baroya Amedê de wiha hat gotin:

"Ew vîdeoya ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin û xwenîşanderên ku ji bo Kobaniyê dimeşin dike hedef û bangî leşkeran dike ku 'wan sax nehêlin', 'fermana gulereşandinê bidin' û 'hemûyan bikujin', bi awayekî eşkere banga tundiyê û teşwîqkirina sûc e.

Derbarê van gotinên metirsîdar û provokatîf kar û barên hiqûqî yên pêwîst hatine kirin û derbarê wî kesî gilî hatiye kirin."

Hunerlîce çi gotibû?

Îsmaîl Hunerlîce di axaftina xwe ya ku bûbû sedema bertekan de wiha gotibû:

"Bila leşkerê min karê xwe bihêz bike. Wan sax nehêlin. Bila fermana lêdanê bidin, bila hemûyan bikujin û biçin.

Lê bixe leşkerê min lê bixe! Xwedê cesareta wan zêde bike. Xwedê me ji maskarahiya gawiran biparêze."