Şandeya Îmraliyê: Nêrînên Birêz Ocalan tên berevajîkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser "notên hevdîtinan" daxuyaniyek belav kir.

Şandeyê ragihand ku ew naverokên di bin navê "notên hevdîtinan" de ku li ser navê Abdullah Ocalan tên parvekirin rastiyê nîşan nadin û raya giştî hişyar kir.

"Nêrînên Ocalan tên berevajîkirin"

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew nivîs naspêrin ti belgeyên orîjînal.

Hat gotin ku di metnan de hinek îfadeyên li dijî hinek kes û derdoran hatine zêdekirin û bi vî awayî nêrînên Abdullah Ocalan tên berevajîkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî zererê didin zemîna diyalog û çareseriyê.

"Ji bilî kanalên fermî îtibarê bi agahiyan mekin"

Şandeya Îmraliyê ji bo agahdarkirina rast a raya giştî ev agahî dan:

“Ji xeynî endamên malbatê û parêzerên ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin, divê îtibar bi ti belge, not an zanyariyên ku ji çavkaniyên din hatine belavkirin neyê kirin.

Divê îtibar bi wan tiştan neyê kirin ku bingeha wan fermî, piştrastkirî û pêbawer nîne.”

Daxuyaniya Şandeya Îmraliyê

Naveroka daxuyaniyê bi temamî wiha ye:

“Ji çapemenî û raya giştî re

Pêwîst e em raya giştî derbarê wan naverokên ku van rojên dawî di hinek mecrayên çapemenî û medyaya civakî de tên belavkirin û li ser navê Birêz Abdullah Ocalan in û wekî 'notên hevdîtinan' tên pêşkêşkirin de agahdar bikin.

Wekî ku me berê jî gelek caran anîbû ziman, di wan metnan de bêyî ku pêwendiyek bi ti belgeyên orîjînal re hebe, îfadeyên li ser hinek kes û derdoran hatine zêdekirin û bi vî awayî nêrînên Birêz Ocalan tên beravajîkirin.

Em dixwazin diyar bikin ku hewldanên bi vî rengî zererê didin zemîna diyalog û çareseriyê.

Em careke din bi eşkereyî destnîşan dikin:

Ji xeynî endamên malbatê û parêzerên ku bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin, divê îtibar bi ti belge, not an zanyariyên ku ji çavkaniyên din hatine belavkirin neyê kirin.

Divê îtibar bi wan tiştan neyê kirin ku bingeha wan fermî, piştrastkirî û pêbawer nîne.

Baldarbûna raya giştî ya li hemberî naverokên bi vî rengî, ji bo domdariya diyalogeke tendurist û pêwîstiyên pêvajoya çareseriyê gelekî girîng e.

Em careke din tekez dikin ku divê hemû alî di vê mijarê de hestiyar û baldar bin.”