Otobusa dengderên AK Partiyê li barhilgirekê da: 22 birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sakaryayê ya Tirkiyê, roja 29ê Gulanê otobusa dengdêrên AK Partiyê vediguhestin li barhilgirekê da û di encamê de 22 kes birîndar bûn.
Roja 29ê Gulanê otobusa şofêrê wê Salih Karahan ku dengderên AK Partiyê ji parêzgeha Orduyê vediguhestin Stenbolê, li otobana Sakaryayê li barhilgira şofêrê wê Evren Bulut da û di encamê de 22 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, polîs û tîmên berevaniya şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin.
Her 22 birîndarên bûyerê ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên li bajarê Sakarya û Kocaeliyê hatin veguhestin.
Hat zanîn, otobusê dengderên AK Partiyê yên li Stenbolê bo dengdayîna serokkomariyê ya 28ê Gulanê biribûn Orduyê, da ku dengê xwe bikar bînin û piştî dengdanê vedigeriya Stenbolê.