Yapicioglu: Gelê me rê neda hêzên hewl didin siyaseta Tirkiyê dîzayn bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Zekeriya Yapicioglu ragihand kir ku dengdêran ji bo aramî û selameta Tirkiyê terciha xwe kirin û got, "Gelê me rê neda zihniyeta mandaxwaz û hêzên mêtinger ên ku hewl didin siyaseta Tirkiyê dîzayn bikin."
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li navenda giştî ya partiya xwe di civîna çapemeniyê de behsa encamên gera duyemîn a Hilbijartina Serokomar kir û bibîr xist ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan li gorî encamên destpêkê dîsan weke serokomar hatiye hilbijartin.
Yapicioglu ji ber serkeftina wî ya di hilbijartinê de pîrozbahî li Erdogan kir û hêvî xwest ku encamên hilbijartinê ji bo Tirkiyê û xelkê wî welatî bibe sedema xêrê.
Serokê Giştî yê HUDA PARê anî ziman ku “tevî zimanê nefretê yên hinek aliyan, gel eqlê selîm parast û îradeya xwe derxist holê” û wiha pê de çû: "Gelê me ji aliyê aramî û selameta memlaket û îstiqrara rêveberiyê de terciha xwe kir. Gelê me rê neda zihniyeta mandaxwaz û hêzên mêtinger ên ku hewl didin siyaseta Tirkiyê dîzayn bikin."