Li Hatayê 65 koçberên Sûriyeyî hatin desteserkirin
Hewlêr (Rûda) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, 65 koçberên Sûriyeyî hatin desteserkirin û 6 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiyê hatin girtin.
Li gorî agahiyan, tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Hatayê, di çarçovoya xebatên rêlibergirtina qaçaxçîtiya mirovan de 4 otomobîl rawestandin û li nava wan geriyan.
Di nav her 4 otomobîlan de 65 koçberên Sûriyeyî û 8 kes jî bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin desteserkirin.
8 welatiyên Tirkiyeyê piştî karên îfadewergirtinê şandin Dadgeha Hatayê.
Dadgehê derbarê 6 kesan biryara girtinê da û 2 kes jî hatin berdan.
65 koçber jî bi armanca dersînorkirinê radestî Birêvebiriya Îdareya Koçê ya Hatayê kirin.