Erdogan li ser HSD û destûra nû axivî: Em jê venagerin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û “destûra nû” axivî.

Erdogan dema ji Azerbeycanê vedigeriya mijarên li rojevê nirxandin û pirsên rojnamegeran bersivandin.

Serokkomarê Tirkiyey li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk got, “Em dibînin HSD hîn jî rêbazên mijûlkirinê didomîne. Divê demildest dev ji vê berdin.”

“Em jê venagerin”

Erdogan li ser “pêvajoya çareseriyê” jî got, “Spas ji Xwedê pirsgirêk xuya nakin. Pêşhatin baş in, bi awayekî erênî berdewam dikin” û li pey çû:

“Em li hemberî yên ku dixwazin pêvajoyê jehrî bikin hişyar in. Em dê derfetê nedin wan.

Destûra nû û sivîl sozeke me ye ku me daye miletê xwe, em ji vê yekê venagerin.

Em dixwazin destûr nivîseke ji şopên vesayetgeriyê paqij be ku meşrûbûna demokratîk xurt bike, maf û azadiyan bixe bin garantiyê.

Em li lihevkirina herî berfireh digerîn. Mixabin nêzîkatiya timî CHPyê ya bi rengê ‘nexwestin’ê di vê mijarê de jî xwe da der.

Eger CHP jî nêzîkatiyeke hevahengiyê pêşkêş bike em çima bi wan kar nekin, em dê kar dikin lê mixabin nêzîkatiyeke wiha nîne.

Em destûra nû ne ji bo Tayyîp Erdogan, ji bo 86 milyonan dixwazin.

Em dê îro jî sibe jî dê guh bidin miletê xwe. Arasteya xwe li ser rêya ku gelê me çêkiriye diyar bikin.

Ji bo gotinên Birêz Bahçelî yên ji bo min spas dikim. Bi rastî gelekî memnûn bûm.”