Li Îzmîrê otomobîlek hat gulebarankirin: 3 kes hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê, otomobîlek hat gulebarankirin di encama wê êrişê de 3 kes û 3 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Ayrancilarê, kesek an jî kesên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin, bi çekan otomobîlek da ber guleyan.
Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kirin ku 2 kesên di otomobîlê de mirine.
4 kesên birîndar bi ambulansan sewqî nexweşxaneya taybet a li derdorê hatin kirin.
Yek ji birîndaran tevî hemû midaxeleyan rizgar nebû, tedawiya 3 kesên din berdewam dike.
Xebatên tîmên cendirmeyan ji bo girtina êrişkar an jî êrişkarên ku ji cihê bûyerê reviyane berdewam dike.