Wezîrê Karûbarê Navxweyî yê Tirkiyê: Mercên qonaxa duyemîn pêk nehatine

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karûbarê Navxweyî yê Tirkî Muammer Guler, piştî da xuyakirin ku Pêvajoya Çareseriyê bi her hawê xwe ve rewa ye û got: "Helbet ev Pêvajo, wî mafî nade hîç kesekî ku derkeve derveyî yasayê û sîstema dewletê ya vî welatî tune bihesibîne. Hîna em derbasî qonaxa duyemîn nebûne. Ji ber ku mercên qonaxa duyemîn hîna pêk nehatine. Hindek grûb li ser rêya vekşandinêne lê heta niha li dûv daxwazê vekşandineke giştî pêk nehatiye. Em vê yekê ji nêz de dişopînin."  

  
Guler her wiha diyar kir kuqonax duyemîn dest pê nekiriye û wiha axivî: “Kombûnên me yên derbarê Pêvajoya Çareseriyê de berdewamin. Ev babet ne tenê bi desthilata me yan jî bi partiya me ve girêdayiye, arîşeyek kevnar e û pêngaveke ber bi çareserkirina pirsên kûr û dûr e ku heta niha nehatine çareserkirin. Helbet di vê pêvajoyê de, her kesê ku xwe berpirs dibîne divêt bi karûbarê xwe rabe. Çimkî serkeftina pêvajoyê di berjewendiya her kesî de ye. Her kesê ku pêvajoyê di berjewendiya xwe ya teng de bixwaze bi kar bîne, ewê ziyana herî mezin bibîne."

 

Wezîrê Karûbarê Navxweyî yê Tirkiyê Muammer Guler, axaftina xwe wisa bi dawî anî: "Divêt ev pêvajo bi şêweyekî herî serkeftî encam bide. Ne ji mafê hîç kesekî ye ku vê tenahiyê û vê rewşa îro ya ewlekariyê têk bide yan jî têk bibe."


Ev daxuyaniya wezîrê karûbarê navxwe yê Tirkiyê di demekî de ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan û rayedarên KCKê dibêjin, qonaxa duyem a pêvajoya çareseriyê bidawî bûye û divê dewlet dest bi avêtina gavên qonaxa sêyemîn bike.


Li gorî rêkeftina navbera dewleta Tirkiye û Ocalan: Qonaxa yekem a pêvajoyê ragihandina agirbestê bû, ya duyemîn vekişandina gerîla ji bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bû û ya sêyem jî qonaxa normalbûn û gavên demokratîk e.