EDENE - Hevjîn û keça xwe kuştin û paşê jî xwe kuşt
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çukurovayê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê, kesekî bi demançeyê hevjîna xwe û keça xwe kuştin û paşê xwe jî kuşt.
Eyup Verîmliyê ku li Taxa Torosê dima, ji ber sedemeke nediyar bi demançeyê gule berdan hevjîna xwe Merve û keça xwe Elîf Verîmliyê.
Eyup Verîmlî paşê bi heman çekê xwe jî kuşt.
Li ser agahdarkirina cîranan, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîm dema ketin hundirê malê wan dîtin ku jin û mêr û keça wan canê xwe ji dest daye.
Hat zanîn ku kurê wan ê zarok jî di dema bûyerê de ji malê reviyaye.
Li gorî amarên Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, 6 mehên destpêkê yên îsal 136 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 145 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.