Piştî nerazîbûna DEM Partiyê, MHPyê navê Komîsyona Parlamentoyê ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - MHPyê piştî nerazîbûna DEM Partiyê navê komîsyona ku ji bo pêvajoya çareseriyê li Parlamentoya Tirkiyeyê bê avakirin guhert û navê wê kir "Komîsyona Biratî û Hevgirtinê."
Piştî pêngava çekdanîna PKKyê ji bo pêvajoya çareseriyê niha hemû çav li avakirina Komîsyona Parlamentoyê ne.
DEM Partiyê ragihandibû ku ew li dijî bikaranîna navê "Tirkiyeya Bêteror" in ji bo komîsyoneke ku behsa çareseriyê dike.
DEM Partiyê red kiribû
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê duşemê di daxuyaniyekê de gotibû, "Em bi tundî li dijî vî navî derdikevin.
Eger em dê li vî welatî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan pêk bînin, divê li şûna ku em bi têgehên teror û polîtîkayên ewlehiyê îfade bikin, navekî ku bi rastî aştî û civaka demokratîk esas digire, bê bikaranîn."
Piştî vê nerazîbûna DEM Partgiyê, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz ku yek ji endamên komîsyonê ye di parvekirineke xwe ya li ser medyaya medyaya civakî de, cara yekem navê nû ji bo komîsyonê bi kar anî.
"Komîsyona Biratî û Hevgirtinê"
Yildiz li gel Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û parlamenterên MHPyê yên ku dê di komîsyonê de cih bigrin, wêneyek belav kir û got:
"Em wekî endamên `Komîsyona Biratî û Hevgirtinê` ya ku ji bo Tirkiyeya Bêteror li Parlamentoyê hatiye avakirin, birêz Muhammed Levent Bulbul, Halîl Ozturk û Yucel Bulut, bi hev re çûn serdana Serokê xwe birêz Devlet Bahçelî û ferman û talîmatên wî wergirtin. Bila gelê me piştrast be."
Komîsyona parlamentoyê
Komîsyona Parlamentoyê dê ji 51 endaman pêk were û Serokê Parlamentoyê ji partiyan xwestiye ku heta 31ê vê mehê endamên xwe ji bo wê komîsyonê diyar bikin.
Partiya Gel a Komarî (CHP) rasterast pêvajoyê red nake lê belê li ser awayê birêveçûna pêvajoyê û komîsyonê rexneyên xwe hene.
Serokê CHPyê Ozgur Ozel derbarê komîsyona li Parlamentoya de dibêje ku eger demokratîkbûn hebe dê CHP beşdarî komîsyonê bibe û divê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demirtaş, Ekrem Îmamoglu û Ahmet Ozer bên berdan.
Partiya ku bi temamî li dijî pêvajoyê ye û ragihandiye ku beşdarî komîsyonê nabe ÎYÎ Partî ye û 29 kursiyên wê li Parlamentoya Tirkiyeyê hene.