Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê kurd û namzetê serbixwe bo Parlamentoya Tirkiyê ji ser bajarê Rihayê, Îbrahîm Tatlises xwe ji nazmetiyê kişand.
Piştî ku şeva borî Serokê Şardariya Mezin a Rihayê Nîhat Çîftçî rastî êrişekê hat, Tatlises ragihand ku wî dest ji nazmetiyê kêşa.
Şaredarê Rihayê Çîftçî şeva borî, rastî êrişeke çekdarî hat lê ji wê êrişê filitî.
Piştî êrişê Îbrahîm Tatlises ragihand ku wî xwe ji namzetiyê kêşaye û dê îro daxuyaniyekê li ser vê yekê bide.
Herwiha tê gotin ku Tatlises li ser daxwaza Wezîrê Berê û Parlamenterê Rihayê yê AK Partiyê Farûk Çelîk xwe ji namzetiyê kêşaye.
Îbrahîm çend caran serî li AK Partiyê dabû da ku bibe namzetê wê, lê wê partiyê qebûl nedikir, lewma wek serbixwe xwe namzed kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse