Rojnameyên Tirkiyê- Pilana herêma tampon hat guhertin
Stenbol (Rûdaw) - Rojev kombûna lûtkeya Neteweyên Yekgirtî ya li New Yorkê û daxuyaniyên Serokdewletan e li ser dahatûya Sûrî.. Veguhastina ciyê sindoqan ji bo hilbijardinê mijareke din a gotûbêjan e. Daxuyaniyên Davudoglu li ser bajarên parastî li nav Sûrî û bertekên li hember wê jî di rojeva îro 29.09.2015 ya ragihandinê de ne.
CUMHURIYET
Deng li hember qirkirinê ji dadweriyê jî derneket.
Dadweriya leşkerî di proseya Roboskê de tişta ku diviya bike, nekir.
- Pilana herêma tampon hat guhertin. Davudoglu îca daxwaza bajarên parastî dike. Berê li nav Sûrî dixwestin 5 hêrêmên parastî ava bikin niha Davudoglu, hewl dide bi projeya bajarên parastî, rê li ber hevgirtina kantonên kurd bigre.
- Gotûbêjên li ser ewlehiya sindoqan. Biryara birina sindoqan ji Cizîrê bû sebebê bertekan. Ji HDPê Ayhan Bilgen, ev biryar provokasyon e, wiha bidome dibe ku boykot pêk bê. MHP, biryara veguhastina sindoqan qebûlkirina serdestiye ew ên din e.
- Li Katalonya banga 2 milyon kesî serxwebûn e.
MILLIYET
Hevkariya PKK û PYD. Rêveberiya herdû rêxistinan jî ji aliyê Qendîlê ve tên tayînkirin Davudoglu, heta pêwendiya PYDê bi PKKê re hebe ew ji bo Tirkiye xeter e.
- Obama, divê Esed bi kontrol ji rêveberiyê dûr keve. Ji bo vê pêwist be ligel Îran û Rûsya jî divê hevkarî pêk bê, lê bila kes hêvî neke ku dûre li statûya berê ya Sûrî bê vegerandin.
HURRIYET
Bazar germ dibe. Obama cara pêşî sînyala hevkariyê da ku ligel Îran û Rûsya kar bike ji bo heta Rêveberiya Esed vedugeze destekî din. Putin jî amaje bi DAIŞ kir ku divê berî hertiştî hedefê mucadeleyê ji navbirina wî be.
TURKIYE
Li ser sînor ewlehiya du alî. Ew kesên dixwazin ji ser Tirkiye tevlî DAIŞ ê bibin li ser sînor tên girtin.
Li otogar û balafirxaneyan jûrên hevdîtinan hatin avakirin ku li van jûran ew kesên bi guman ji alî polîsan ve rapirsî li ser wan pêk tê..
Heta niha 2500 kes ji rapirsiyê derbas bûn 550 ji wan vegerandin li welatên ku jê dihatin.
YENİ ŞAFAK
Hedef bûn zarok.
Di opersyonên leşkerî de PKK derbên giran xwar, îca li bajaran li Diyarbekir bi bombeyekê zarok birîndar bûn li Bismilê jî hatin kuştin.
- Li Bilîsê êrîş li ser mala leşkeran.
GUNDEM
Di nav hewldaneke vala de ne. Karayilan, Serhed û Amed û Xerzan û Dêrsim û Cûlemêrg û Şernex û dewrûberên van herêman di bin kontrola gerîlla de ne.
Departmana şer ya Tirkiye ji xwe re nûçeyan çê dike û xelkê dixapîne, ev yek ancax kenê me bîne. Hûn meseleya kurd bi danûstandinê bibin serî ji we re li hev tê eger na ji bo we jî têkçûyîne. Waye Kolombiya bi danûstandinan çareserî pêk tê.
- Seray lê dide, ragihandin pak dike. Li Bismil polîs roket avît nav xanî keçika 9 salî mir lê hemû aliyên ragihandina Tirkiye serî li derewan dan.