Rapirsî – Ferqa dengên Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet 1 puan e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Lêkolînên ORC, ferqa di navbera rêjeya dengên Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet de heta 1 puanê daketiye.

Lêkolînên ORC, ku encamên hilbijartinên 2018an rast derxistibûn encama rapirsiya di navbera 24-27ê Cotmehê de kiribû eşkere kir.

Li gor rapirsiyê dengên partiyan wiha ne:

AK Partî: % 31,3

CHP: % 26,0

ÎYÎ Partî: % 14,1

MHP: % 9,8

HDP: % 8,0

Partiya DEVA: % 5,1

Partiya Pêşerojê: % 2,4

Partiya Saadet: % 1,1

Yên din: % 2,2

Li gor encamên rapirsiyê dengên Tifaqa Cumhur ku ji AKPê û MHPê pêk tê %41,1 û dengên Tifaqa Millet ku ji CHPê û ÎYÎ Partiyê pêk tê % 40,1 e.

Di hilbijartinên 2018an de Tifaqa Cumhur %53,7 û Tifaqa Millet %32,6 deng bi dest xistibû.