Li Stenbolê otobusa Êlihê ku 20 rêwî têde bûn bi temamî şewitî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehîrê ser bi bajarê Stenbolê yê Tirkiyê, otobusa rêwiyan ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, ji nîşkekê ve agir pê ket û bi temamî şewitî. Şofêr zû bi agir hisiya û 20 rêwiyên di otobusê de bêyî ku zerarek bigihe wan derxistin.

Li gor zanyariyan îro 29ê cotmeha 2022ê li ser rêya Kuzey Marmara ya li navçeya Başakşehîrê a Stenbolê, otobusa rêwiyan ku ji parêzgeha Êlihê dihat wî bajarî, ji ber sedemek nediyar di rê de ji nîşkekê ve agir pê ket.

Şofêrê otobusê zû bi agir hîsiya û bêyî ti zerarek bigihe wan 20 rêwiyên di otobusê de derxistin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî, polîs û berevaniya şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên berevaniya şaristanî hewil dan agir vemirînin, lê otobus bi temamî şewitî. Rêwiyên otobusê, bi minîbusan bo otogarê hatin veguhestin.