Li Kocaeliyê avahiyeke 7 qatî rûxiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gebzeyê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê avahiyeke 7 qatî ji ber sedemeke nediyar rûxiya.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs, tîmên agirvemirandinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Hat zanîn ku ev avahî li herêma ku lê xebatên avakirina metroyê hene cih digire û hinek kes tê de dijîn.

Xebatên tîman ên li herêmê berdewam dikin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li gorî nirxandinên wan 5 kes di bin kavilan de mane.

Alî Yerlîkaya her wiha daxuyand ku avahî ji ber xwe ve rûxiyaye.