DEM Partî: Ji bo aştiyê gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê encamnameya civîna xwe ya Civata Partiyê weşand û tê de biryara PKKyê ya vekişandina gerîlayan wekî “werçerxaneke girîng” nirxand û bang kir ku “gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest bên avêtin.”
DEM Partiyê, encamnameya civîna xwe ya Civata Partiyê weşand ku 27ê Çiriya Pêşîn (duşemê) li Enqereyê hatibû lidarxistin.
“Divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest bên avêtin”
Di encamnameyê de van xalên serekê cih girt:
"Wekî ku tê zanîn, PKKyê ku bi Kongreya xwe ya 12an xwe fesix kiribû û 26ê Çiriya Pêşîn 2025an ragihandibû ku biryar daye hemû hêzên xwe yên çekdar ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişîne.
Divê ev yek, di warê demokrasî, hiqûq û pêvajoya aştiya civakî de wekî werçerxaneke girîng bê nirxandin û divê gavên pêwîst ên hiqûqî û siyasî demildest bên avêtin.
Îradeya gelên me ya ji bo bidawîanîna êş, windahî û wêrananiyan a ku bi salan e didomin zelal e.
Ji bo ku siyaset li şûna tundiyê û çareseriya demokratîk li şûna şer derkeve pêş, divê ev gav bi dilsozî bê piştgirîkirin çimkî aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, bi naskirina welatîbûna wekhev û mafên demokratîk mayînde dibe.
Hevserokên me yên Giştî di daxuyaniya xwe ya 27ê Çiriya Pêşîn de nêrînên partiya me yên derbarê pêvajoya giştî û gava dawî ya tevgera Kurd, ango biryara vekişandina hêzên çekdar ragihandibûn.
Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk neçe û aştî û wekhevî li ser vê axê bi cih bibe, em wekî doh îro jî di wê biryarê de ne ku hemû berpirsyariyên dikevin ser milê me bi cih bînin.
Avakirina aştî û civaka demokratîk dê rê li ber jiyaneke hevbeş, wekhev û azad a ji bo her kesê ku li ser vê axê dijî veke.
Paşeroja vî welatî ne di bin siya çekan de, bi îradeya hevpar a gelan dê were diyarkirin.”