Piştî ku 3 kurên wê mirin dilê wê debar nekir û rawestiya
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eskîlê ya Aksarayê, Vesîle Çiraciya 65 salî ya ku 5 roj berê 3 kurên wê di qezayeke trafîkê de mirin, li mala xwe bi krîza dil mir.
Birayên bi navê Azmî (35), Salih (33) û Tamer Çiraci (23) yên ku li Zozana Golyaziyê ya navçeya Eskîlê rûdiniştin, 23yê mehê qeza kiribû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê (DHA), otomobîla ku 3 bira tê de bûn, li kamyona Hasan Solak a ku ji hember dihat qelibî.
Di qezayê de her 3 bira jî mirin.
Dayîka wan Vesîle Çiraciya ku îro li mala xwe krîza dil lê da û rakirin nexweşxaneyê.
Tevî hemû hewlên bijîşkan, Vesîle Çiraci nehat rizgarkirin.
Her wiha hat zanîn ku Ruhî Can Çiraciyê 16 salî yê kurê Azmî Çiraci, 17ê mehê li atolyeya mobîlyayan a ku lê dixebitî ku 50 metre dûrî cihê qezaya bavê wî bû, di qezayeke kar de miribû.
Ruhî Can di bin blokeke daran de mabû û miribû.