Peyama Papa ya ji Îznîkê: ‘Divê em li dijî bikaranîna olê derkevin’
Hewlêr (Rûdaw) - Papa Leoyê XIV. li Tirkiyeyê di merasîmekê de bangî Xirîstiyanan kir ku bibin yek û peyamek da cîhanê.
Papa got, "Divê em bikaranîna olê ya ji bo şer, tundî û hemû cureyên tundrewî û cihêkariyê bi tundî red bikin."
Geşta Papa Leoyê XIV. a li Tirkiyeyê didome.
Papa piştî Enqereyê berê xwe da Stenbolê û ji wir jî çû navçeya Îznîkê ya parêzgeha Bursayê.
Papa li Îznîkê tevî Patrîkê Ortodoksan Bartholomeos, li ser bazîlîkaya ku beriya niha bi hezar û 700 salan Konsula Yekem lê kom bûbû ayînek saz kir.
Çûyîna Papa li Îznîkê bû sedema kelecaneke mezin.
Papa li wê derê bi Rêberê Xirîstiyanên Ortodoks ên Cîhanê Patrîk Bartholomeosê Yekem re dua kirin.
Papa Leoyê XIV. rexneyên tund li bikaranîna olê ya ji bo tundiyê girtin û got:
“Îro hemû mirovahî ji ber tundî û nakokiyan êşê dikişîne û daxwaza aştiyê dike.”
Papayê Vatîkanê her wiha destnîşan kir ku divê bikaranîna olê ya ji bo "nîşandana hincetê ya şer, tundî û her cure tundrewî û cihêkariyê" bi tundî were redkirin.
Papa diyar kir ku li şûna van tiştan, "Rêyên ku divê werin şopandin, civînên biratiyê, diyalog û hevkariyê ne."
Merasîm li ber dêreke sedsala çaran hat lidarxistin ku di bin ava Gola Îznîkê de ye.
Sala 325an bi sedan keşe li wî cihî civiyan û "Bawernameya Nîkyayê" amade kirin.
Ew nivîs heta îro jî bingeha baweriya Xirîstiyaniyê ye. Wê demê navê Îznîkê, Nîkya bû.
Di merasîmê de bi gelek zimanan dua hatin kirin.
Papayê ku welatiyê Amerîkayê ye, bi Îngilîzî axivî û ragihand ku bibîranîna Civîna Nîkyayê "derfeteke bi nirx e" da ku bipirsin: "Îsa Mesîh li cem her yekî ji me kî ye?"
Papa Leo 27ê Çiriya Paşîn a 2025an gihîşt Tirkiyeyê û dê 4 rojan li wir bimîne.
Papa dê 3yê mehê berê xwe bide Beyrûdê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh li Enqereyê li Koşka Serokkomariyê Papa pêşwazî kiribû û Papa serdana Gora Ataturk (Anitkabîr) kiribû.
Papa dê îro li Stenbolê li Stadyuma Volkswagenê bi Xirîstiyanan re dua bike û her wiha biçe Mizgefta Sultan Ahmed bike.