3 DAIŞiyên ku amadehiya êrişî dêran û Balyozxaneya Îraqê dikir hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û Rêveberiya Ewlehiyê, 32 gumanbarên ku 3 ji wan berpirsên DAIŞê ne desteser kirin.

Hat ragihandin ku kesên ku hatine desteserkirin amadehiya êrişî sînagog û dêrên li Tirkiyeyê û Balyozxaneya Îraqê dikirin.

Li gorî zanyariyan Micbel El-Şuweyhiyê bi nasnav Ebû Yakin El-Irakî ku berpirsê îstîxbaratê yê DAIŞê ye û Muhammed Hilaf Îbrahîm Îbrahîmê bi nasnav Ebû Leys amadehiya êrişa sînagog û dêran dikir.

Hat diyarkirin ku Îyheb Elaniyê bi nasnav Ebdullah el-Cumeylî jî amadekariya êrişa li Balyozxaneya Îraqê ya Tirkiyeyê dikir.

Di operasyona ku danê sibê li 9 parêzgehan hat lidarxistin da 3 kesên navborî û 29 gumanbarên ku hatin diyarkirin, hatin desteserkirin.

Di operasyonê de gelek malzemeyên dîjîtal ên DAIŞê jî hatin bidestxistin.