Li Yalovayê di operasyona DAIŞê de 3 polîs hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li parêzgeha Yalovayê di operasyona li dijî DAIŞê de 3 polîs hatine kuştin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê operasyona li Yalovayê daxuyaniyek da.
Alî Yerlîkaya diyar kir ku di pevçûna ku di dema operasyonê de derketiye de 3 polîs hatine kuştin û 8 polîs jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, di heman bûyerê de nobedarek jî birîndar bûye.
6 endamên DAIŞê hatin kuştin
Alî Yerlîkaya her wiha destnîşan kir ku di operasyonê de 6 endamên DAIŞê hatine kuştin.
Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê birîndar veguhastine nexweşxaneyê û dermankirina wan didome.
Tîmên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Yalovayê, îro berê sibehê li gundê Elmalikê yê girêdayî navenda bajêr ve bi ser malekê de girt.
Di dema serdegirtinê de gumanbarên di malê de gule li polîsan reşandin û di navbera aliyan de şer û pevçûn derket.
Li ser bûyerê tîmên Tevgera Taybet a Polîsan (POH) ji Bursayê ji bo piştgiriyê sewqî herêmê hatin kirin.