Mîdîbusa karkeran wergeriya: 4 mirî, 19 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Denîzliyê yê Tirkiyeyê serwîsa karkeran wergeriya, 4 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Îro li navçeya Pamukkaleyê ya Denîzliyê mîdîbûsa serwîsa karkeran wergeriya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di bûyerê de 4 kes mirine û 19 kes jî birîndar bûne.

Midîbûsa bi şofêrtiya Hasan Çekiç ku karkerên kargeheke caman siwar kiribûn, li Taxa Irliganliyê li tenekeya zibil a li qeraxa rê û stûna ronahîkirinê qelibî û qulibî.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 4 kes mirine û 19 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên li bajêr.