Nêrînên AKAM û OPTİMARê ji hev cuda ne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasyayê (AKAM) Kemal Ozkiraz derbarê hilbijartinên 31ê Adarê de dibêje Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê li tevahiya şaredariyên berê di destê wê de bûn serbikeve. Serokê Desteya Rêveber a Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan OPTIMARê Hilmi Taşdemir dibêje di hilbijartinê de dengê Kurdan dê li ser yekalîkirina şaredariyan bandora xwe hebe.

 

Serokê Navenda Lêkolînên Raya Giştî ya Avrasyayê  Kemal Ozkiraz Serokê Desteya Rêveber a Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan OPTIMARê Hilmi Taşdemir hilbijartinên 31 Adarê yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Rûdawê re nirxandin.

 

“Kurdên li metropolan dê dengê xwe bidin opozisyonê”

 

Serokê AKAMê Kemal Ozkiraz derbarê rewşa HDPê de wiha got: “Li cihên ku Kurd lê dijîn dibe ku pir kêm beşek ji dengê xwe ji dest bide. Sedema vê yekê jî ew e ku bi destên qeyûman alîkariyeke bêhsab hatiye belavkirin. Lê dîsa jî HDPê dê hema hema tevahiya şaredariyên xwe yên berê bidest bixe û herwiha şaredariya Qersê jî dikeve di destê HDPê de.”

 

Kemal Ozkiraz amaje bi wê yekê kir ku bandora gotinên Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser dengdêrên Kurd ên li rojavayê Tirkiyê dijîn nebe û Kurdan jixwe biryara xwe daye ku dê dengê xwe bidin dijbereyê.

 

“Dengderên HDPê dê piştgirî bidin opozisyonê”

 

Derbarê vê yekê de jî Ozkiraz got: “Dengdêrên HDPê dibînin ku di bin de tifaqek heye, lewma ew dê li li rojavayê Tirkiyê dengê xwe bidin dijbereyê.”

 

Bi gotina Ozkiriz çepên Tirk ên di nav HDPê de dê jixwe dengê xwe bidan berbijêrên CHPê li ser vê mijarê jî wiha axivî: “Ji ber ku ew her tim dengê xwe didin wî aliyê ku egera serkevtina wan heye. Dengderên HDPê yên ku ji aliyê siyasî ve hişmendiya wan a Kurdbûnê heye, him ji ber biryara partiyê û him jî ji ber Erdogan ew ji xwe dûr xistin, dê piştgirî bidin opozisyonê. Min ne bawer e, dengdêrên HDPê hilbijartinan baykot bikin.”

 

Serokê AKAMê Kemal Ozkiraz destnîşan kir ku rêjeya kesên bêbiryar %6 – 7 e û piraniya wan ew dengder in ku di 24ê Hezîranê de deng dabûn Hevpeymaniya Cumhur û got: “Kesên ku deng nadin jî piranî dengderên berê yên AKP û MHPê ne, bandora wan a li ser hilbijartinan jî, %2.6 e.

 

OPTIMAR: Li cihên qeyûman HDP dê serbikeve

 

Serokê Desteya Rêveber a Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan OPTIMARê Hilmi Taşdemir da zanîn ku rêjeya kesên bêbiryar kêm bûye û wiha pê de çû: “Li cihên nifûsa Kurdan zêde şaredariyên qeyûman hene. Di encamên lêkolînên me de derket holê ku xelkê ji xizmetguzariyên qeyûman razî ne, lê ew yek nayê wateya wê yekê ku dengê xwe bidin qeyûman. HDPê dê dîsa li wan herêman şaredariyan bidest bixe.”

 

Derbarê helwestên Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşner ên li hemberî Kurdan de jî Hilmi Taşdemir wiha axivî: “Em dizanîn ku ew helwesta wan a îro ne ji bo paşerojê ye. Dema em dibêjin dengdêrên Kurd divê em dengderên HDP û yên AK Partî-MHPê ji hev cuda bikin. Ti date di destê me de nîne banga wan dê bandore li ser denngderên HDPê bike, lê dibe ku bandore li ser dengderên AK Partiyê bike.”

 

Daşdemir derbarê tifaqên li bajarên Tirkiyê de jî wiha got: “Piştevaniya HDPê y abo CHPê dê bandoreke li ser encamên hilbijartinan bike, di serî de jî li Stenbolê. Li Stenbolê hejmareke zêde ya Kurdan heye. Dengdêrên Kurd dê bandorê li ser encamên bikin.”

 

“Surprîz dê hebin”

 

Serokê Desteya Rêveber a Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan OPTIMARê da zanîn ku li gor encamên rapirsiya wan berbijerê AK Partiyê yê Stenbolê Binalî Yildirim bi rêjeyeke kêm serdikeve û wiha pê de çû: “Lê kesên hêj biryara xwe zelal kirine dibe ku vê encamê biguherîne yan jî beşeke ji dengderên AK Partiyê neçin ser sindoqên dengdanê ew jî dikarin bibin sedem ku encam were guhertin.”

 

Hilmi Taşdemir herwiha got: “Em dikarin bibêjin ku ligel şaredariyên din mezin a Stenbolê dê bandereke xwe ya mezin û girîng li ser dahatûyê jî hebin. Rêjeya dengan derdora ji sedî 51ê ne, ew yek jî dide nîşan ku Surprîz dê hebin.”