Şêwirmendê Erdogan: Gavên nû yên hiqûqî di rojevê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Sereke yê Serokkomarê Tirkiyeyeyê Mehmet Uçum li ser xebatên di çarçoveya armanca “pêvajoya çareseriyê” de nirxandin kirin.

Uçum bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir ku pêvajo bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan berdewam dike.

Wî anî zimên ku pêvajo bi pêşengiya Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û hevahengiya saziyên dewletê bi biryardarî didome.

Uçum da zanîn ku yek ji qonaxên girîng ên pêvajoyê ew e ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyeyê hatiye avakirin, 18ê Sibata 2026an rapora xwe temam kiriye.

Uçum destnîşan kir ku komîteyê "berpirsyariyeke dîrokî girtiye ser xwe" û da zanîn ku dê di qonaxa bê de di çarçoveya raporê de sererastkirinên hiqûqî werin rojevê.

"Gavên nû yên hiqûqî di rojevê de ne"

Uçum daxuyand ku dê li gorî pêşniyarên rapora komîteyê bingeha hiqûqî ya qonaxa derbasbûnê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyeyê ve were diyarkirin.

Uçum her wiha anî zimên ku eger heye gavên ku dê standardên demokrasiyê xurt bikin jî werin rojevê.

"Hewldanên têkdana pêvajoyê didomin"

Uçum parast ku dema pêvajo didome hinek alî hewl didin ku "sabotajê" bikin.

Uçum da zanîn ku Abdullah Ocalan jî bal kişandiye ser van hewldanan û got, "Ev hewldan qels bûbin jî hîn didomin."

Uçum îdia kir ku hinek aktorên navxweyî û derveyî hewl didin li herêmê "neteweperweriya Kurdan a cudaxwaz gur bikin."

Wî diyar kir ku bi taybetî li ser rûdanên li Sûriyeyeyê hewl tê dayîn ku tabloyeke reşbîn were xêzkirin lê belê vê yekê bandora ku dihat çaverêkirin çênekiriye.

"Rexneya siyaseta etnîk"

Uçum îdia kir ku ew nîqaşên li ser nûnertiya siyasî, wekhevî û daxwazên statuyê yên Kurdan "bi qesdî dadixin asta siyaseta nasnameya etnîkî."

Wî angaşt kir ku nêzîkatiyên bi vî rengî li şûna ku paşeroja Kurdan garantî bikin, dixin nav metirsiyê.

Uçum da zanîn ku hinek derdor bi gotina "miletê serwer ê serbixwe" xeteke cudaxwaz dişopînin.

Wî îdia kir ku ev hewldan bi têkoşînên hêzê yên li herêmê re girêdayî ne.

"Tirkiye ji bo Kurdan stûneke bingehîn e"

Wî diyar kir ku Kurd dikarin bi rêya entegrebûna bi wan dewletên ku li wan in, paşeroja xwe garantî bikin.

Uçum got ku Tirkiye ji bo Kurdên li herêmê "piştgirê herî xurt e" û got, "Paşeroja Tirkiyeyeyê û paşeroja Kurdên herêmê di nav hev de ne."

Rîskên herêmî

Uçum destnîşan kir ku êrişên li dijî Îranê ji bo herêmê rîskan çêdikin.

Lê wî parast ku tevî vê yekê jî helwesta "anti-emperyalîst û anti-siyonîst" a ku Kurdan nîşan daye girîng e.

"Dê rê bi hewldanên cudaxwaz neyê dayîn"

Uçum da zanîn ku ew hewldanên ji bo zindîkirina “neteweperweriya Kurdan a cudaxwaz” a li nav Tirkiyeyeyê "sabotajeke fîîlî û fîkrî" ne.

Wî anî zimên ku “dewlet û civak dê rê nedin hewldanên bi vî rengî.”