Îxwan Muslimîn kanala xwe ya li Stenbolê girt
Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona 'Mekameleen' a organa weşanê ya Birayên Misilman (Îxwan Muslimîn) a li Tirkiyê ragihand ku wan biryar daye weşana xwe ya li Tirkiyê rawestînin û studyoyên xwe bibin welatekî din.
Biryara girtina kanalê wek asayîbûna peywendiyên di navbera Tirkiye û Misirê de hat nirxandin.
Di daxuyaniya ku di bin navê "Daxuyaniya Girîng a Kanala Mekameleen" hat dayîn de hat ragihandin ku rêveberiya kanalê biryar daye weşan û studyoyên xwe veguhezîne derveyî Tirkiyê.
Daxuyanî bi zimanên Îngîlîzî û Erebî li ser hesabên medyaya civakî hat weşandin.
An Urgent Statement from Mekameleen Satellite Channel pic.twitter.com/x8qyCm7aQ3
— قناة مكملين الفضائية (@mekameleentv) April 29, 2022
Kanal xebatên xwe yên li Tirkiyê bi dawî dike
Kanala Mekamelîn di daxuyaniya xwe de got, “Kanala Mekamelîn nêzî heşt sal berê dema dest bi weşana xwe kir heta niha xwest bibe dengê rastiyê ji bo hemû gelê me yê ezîz. Em li kêleka we sekinîn da ku temamiya wêneyê ragihînin, nirx û hişmendiya edalet û azadiyê belav bikin û bibin dengê bindest û girtiyan di bûyerên girîng ên ku Misir û herêma Ereban tê de derbas dibin.
Ji bo vê firsendê em spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyê, rayedarên wê û gelê wê dikin ji ber mîvandariya wan a salên borî.”
Biryara kanalê ya bidawîanîna xebatên xwe yên li Tirkiyê hevdem bû ligel serdana Erdogan bo Erebistana Siûdî.
Tê zanîn ku welatên wek Misir, Erebistana Siûdî û Îmarat ji ber çalakiyên Birayên Misilman ên li Tirkiyê nerazî bûn.
Tirkiye di van salên dawî de bûye 'navenda' çapemeniya muxalîf a welatên Ereb ên wek Misir, Sûriye, Yemen û Lîbyayê.
Ji bilî “Mekameleen” ofîsa kanalên “El-Şerq” û “Watan” ên girêdayî Îxwan Muslimîn jî li Stenbolê hene.
Têkiliyên Tirkiye û Misirê ji sala 2013an vir ve aloz e
Di sala 2013an de piştî ku Mihemed Mûrsî yê endamê Îxwan El-Muslimîn ji serokkomariyê hate dûrxistin, têkiliyên Tirkiyê û Misirê aloz bûn.
Di salên dawî de, bi taybetî li ser mijara Lîbyayê, nakokiyên kûr ên her du welatan hebûn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku di 12ê Adarê de yekemîn pêwendiya dîplomatîk bi Misirê re hatiye danîn û Misirê jî diyar kiribû ku ji bo asayîbûna peywendiyan divê Enqere gavên zêdetir bavêje.