DEM Partiyê ji bo pirsgirêkên karkeran bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlên Koma DEM Partiyê ji bo destnîşankirina pirsgirêkên karkeran pêşniyarek pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir ku komîteyeke lêkolînê were avakirin.

Di pêşniyarê de hat diyarkirin ku Tirkiye di lîsteya welatên herî xerab ên ji bo karkeran de di nav 10 welatên destpêkê de cih digire.

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî xwest ku Parlamento li ser pirsgirêkên karkeran komîteyeke lêkolînê ava bike.

"Meaşên karkeran heliyane"

DEM Partiyê di pêşniyara xwe de bal kişand ser asta metirsîdar a binpêkirinên mafên kedkaran ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

DEM Partiyê diyar kir ku ji ber enflasyona bilind, meaşên karkeran li hemberî xwirek, kirê û enerjiyê bi temamî heliyane.

Her wiha hat destnîşankirin ku çîna karkeran mehkûmî meaşê herî kêm û jiyaneke di bin sînorê birçîbûnê de hatiye kirin.

Di pêşniyarê de hat gotin ku xebata bêsîgorte û bêewlehî, nexasim di sektorên çandinî û kargehên biçûk de, bûye sedem ku karker ji mafên xwe yên tenduristî û malnişîniyê bêpar bimînin.

"Tirkiye di nav 10 welatên herî xerab de ye"

Li gorî amarên ku di pêşniyarê de hatine ragihandin, sala 2025an li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 105 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye.

Di sê mehên destpêka sala 2026an de jî hejmara karkerên ku canê xwe ji dest daye gihîştiye 420 kesan.

DEM Partiyê her wiha bal kişand ser raporeke Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) ya sala 2025an.

Di raporê de hat diyarkirin ku di nav 151 welatên ku hatine nirxandin de, Tirkiye di nava 10 welatên herî xirab de cih digire ku tê de mafên kedkaran bi awayekî pergalî têne binpêkirin.

Hat ragihandin ku ji ber astengiyên li ser mafê sendîkayî û peymana kolektîf, karker di bin zexteke giran de ne.

"Karkerên jin meaşê kêmtir werdigirin"

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê her wiha bal kişand ser nedadmendiya di navbera karkerên jin û mêr de û diyar kir ku jin li beramberî heman karî meaşê kêmtir werdigirin.

Her wiha di pêşniyarê de hat gotin ku ji ber barê karê malê û xwedîkirina zarokan, di jiyana kar de astengiyên mezin li pêşiya jinan hene.

Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî xwest ku Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo van hemû pirsgirêkan demildest komîteyeke lêkolînê ava bike.

Wan destnîşan kir ku divê rê li ber mirin û binpêkirinên nû were girtin û polîtîkayên pêşîlêgirtinê werin amadekirin.