Hewlêr (Rûdaw) - Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê (Turkish Airlines /THY) ragihand ku ew dê gulanê dest bi geştên xwe yên asmanî yên Hewlêr û Bexdayê bikin.
Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew dê gulanê careke din dest bi geştên xwe yên asmanî yên Îraq û Herêma Kurdistan bikin.
Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê diyar kir ku dê geştên navbera Stenbol û Hewlêrê 8ê Gulanê û geştên navbera Stenbol û Bexdayê jî 14ê Gulanê dest pê bikin.
Pegasusê jî ragihandibû
Li hêla din, Şirketa Pegasusê jî 28ê Nîsanê ragihandibû ku ew dê ji 8ê Gulanê û pê ve dest bi geştên di navbera Stenbol û Hewlêrê de bikin.
Bi destpêkirina geştan re dê pêwendiyên asmanî yên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistan û Îraqê dîsa vegerin rewşa xwe ya asayî.
Asmanê herêmê hatibû girtin
28ê Sibata îsal Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiribû.
Piştî vî şerî asmanê piraniya welatên herêmê li balafirên sivîl hatibû girtin.
Ji ber wê yekê geştên asmanî yên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistan û Îraqê jî hatibûn rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse