Turkish Airlines dest bi geştên xwe yên Hewlêr û Bexdayê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê (Turkish Airlines /THY) ragihand ku ew dê gulanê dest bi geştên xwe yên asmanî yên Hewlêr û Bexdayê bikin.

Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku ew dê gulanê careke din dest bi geştên xwe yên asmanî yên Îraq û Herêma Kurdistan bikin.

Rêyên Asmanî yên Tirkiyeyê diyar kir ku dê geştên navbera Stenbol û Hewlêrê 8ê Gulanê û geştên navbera Stenbol û Bexdayê jî 14ê Gulanê dest pê bikin.

Pegasusê jî ragihandibû

Li hêla din, Şirketa Pegasusê jî 28ê Nîsanê ragihandibû ku ew dê ji 8ê Gulanê û pê ve dest bi geştên di navbera Stenbol û Hewlêrê de bikin.

Bi destpêkirina geştan re dê pêwendiyên asmanî yên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistan û Îraqê dîsa vegerin rewşa xwe ya asayî.

Asmanê herêmê hatibû girtin

28ê Sibata îsal Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiribû.

Piştî vî şerî asmanê piraniya welatên herêmê li balafirên sivîl hatibû girtin.

Ji ber wê yekê geştên asmanî yên navbera Tirkiyeyê û Herêma Kurdistan û Îraqê jî hatibûn rawestandin.