Erdogan û Şîmşek civiyan û amadekariyên kabîneya nû tên kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi Wezîrê Darayî yê berê Mehmet Şîmşek re hevdît kir û çav li ser avakirina kabîneya nû ya Tirkiyê ye.
Li gor agahiyên ku di medya Tirkiyê de hatîn belavkirin, şevê din 29ê Gulanê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Wezîrê Darayî yê berê Mehmet Şîmşek re hevdîtinek kiriye, her çendî derbarê naveroka vê hevdîtinê de bi awayek fermî ti daxuyanî nehatiye dayîn lê çav hemû li ser avakirina kabîneya nû ya Tirkiyê ne.
Di demekê de ku rewşa aboriya Tirkiyê di nav krîzê de ye ji Şîşek tê daxwazkirin ku bibe Wezîrê Darayî ku berî hilbijartina 14ê Gulanê jî li ser vê bingehî hevdîtinek bi Şîşek re hatibû kirin.
Piştî serketina Erdogan tê çaverêkirin ku roja pêncşemê yan jî înê Erdogan navên kabîneya xwe ya nû eşkere bike.
Berî hilbijartina 14ê Gulanê jî navê Mehmet Şîmşek ketibû rojevê û hevdîtin pêre hatibûn kirin. Lê wê demê Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê cihgirtina Mehmet Şîmşek ya di kabîneya nû de gotibû; “Mehmet Şîmşek ji dûr ve piştgirî da vê pêvajoyê.”
Di çarçoveya amadekariyên kabîneya nû ya Tirkiyê de, tê çavrêkirin navên nû hebin.
Jibo kabîneya nû navê Rêveberê Nivîsîngeha Taybeta Erdogan Hasan Dogan û Berpirsê Îstixbarata Tirkiyê MITê yê ku 13 sal e vî karî dike Hakan Fîdan jî derbas dibin.
Behsa wê yekê tê kirin ku Fîdan wek Wezîrê Navxwe, Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin jî wek Wezîrê Derve di kabîneya nû de cih bigrin.
Di heman demê de navê Rêveberê Desteya Ewlekariya Nîştimanî Seyfullah Hacimuftuoglu wek Wezîrê Berevaniyê derbas dibe. Her wiha bo Wezîrê Enerjiyê jî navê Alpaslan Bayraktar û Mustafa Yilmaz derbas dibin. Bo kabîneya nû behsa Sînan Ogan ê ku di gera yekem de berbijêrê Serokkomariyê bû jî tê kirin.
Tê gotin ku eger heye li jêr navê AFAD û Koçberan du wezaretên din li kabîneya nû bêne zêdekirin.
Çend navên din jî yên ku di rêvberiya AK Partiyê de cih digrin derbas dibin ku eger heye di kabîneya nû ya Tirkiyê de cih bigrin.