Di nava kîsan de 3 hestiyên seriyan hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bornovayê ya Îzmîrê di avahiyeke vala de ku beriya demekê hatibû valakirin, di nava kîsan de 3 hestiyên seriyan û parçeyên din hestiyan hatin dîtin.
Avahiyeke 4 qatî ya li taxa Erzeneyê ya navçeya Bornovayê ku di çarçoveya veguherandina bajêr de hatibû valakirin ji bo derxistina hesinan ji xurdefiroşan re hiştin.
Xurdefiroşên ku li avahiyê dixebitîn li bin pêlekanan kîsên reş dîtin.
Dema kîs kontrol kirin wan dît ku di nava wan de 3 hestiyan seriyan û hejmareke zêde parçeyên hestiyên mirovan hene.
Li ser agahdarkirinê polîs çûn avahiya vala.
Dozgerê Komarê û tîman li cihê bûyerê lêkolîn kir.
Tîman ji bo lêkolînê hestî şandin Saziya Tiba Dadî ya Stenbolê.