Ozturk Turkdogan: Pakêta 10emîn a Dadê ne li gorî daxwazên xelkê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ragihand ku 10emîn Pakêta Dadê ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye pêşkêşkirin, ne li gorî daxwazên xelkê ye.

Turkdogan got: "Divê reformeke rastîn a înfazê pêk were. Divê ji bo girtiyên siyasî wekheviya înfazê were pêkanîn û divê berdana girtiyên nexweş hêsantir bibe."

Pêşniyara Qanûna Guherandina Qanûna Ceza û Tedbîrên Ewlehiyê ya bi îmzeya parlamenterên AK Partiyê ku wekî " 10emîn Pakêta Dadê" tê zanîn pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) hat kirin.

"Daxwaza me ya wekheviya înfazê hat redkirin"

Parêzer Ozturk Turkdogan, tevlî Bultena Bakur a  Rûdawê bû û li ser pakêtê bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Nalîn Hesenê.

Turkdogan diyar kir ku ew wekî DEM Partiyê banga wekheviyê di sîstema înfazê de dikin û got: "Di navbera girtiyên siyasî û girtiyên edlî de newekheviyeke mezin a înfazê heye.

Yên siyasî demeke dirêjtir di girtîgehê de dimînin. Me daxwaza wekheviya vê yekê kir lê ev daxwaza me nehat qebûlkirin."

Turkdogan her wiha anî zimên ku gelek girtiyên siyasî hene ku cezayê wan xilas bûye lê înfaza wan hatiye bi paşxistin.

Wî got divê ew komîteya îdarî ya ku dibe sedema vê pratîkê were rakirin lê ev yek jî di pakêtê de cih negirtiye.

Pêşniyarên DEM Partiyê yên di pakêtê de cih girtine

Berpirsê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan da zanîn ku du daxwazên DEM Partiyê di pêşniyara qanûnê de cih girtine û wiha domand:

"Biryar hat dayîn ku ew xala ku wekî 'sûcê alîkariya rêxistinê' tê zanîn û li ser bingeha Xala 3yem a Madeya 314n a Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê ye, piştî ku ji aliyê Dadgeha Destûrê ve hat betalkirin, êdî careke din neyê bicîhanîn."

"Mekanîzmayeke nû ya ku berdana girtiyên nexweş hêsan dike hat anîn.

Eger Saziya Tiba Edlî raporekê bide û bêje 'nikare di girtîgehê de bimîne' rê li ber wê yekê hat vekirin ku cezayên mahkûman li malê bên înfazkirin."

"Divê reformeke rastîn a înfazê pêk were"

Turkdogan tekezî li ser wê yekê kir ku 10emîn Pakêta Dadê ne li gorî daxwazan xelkê ye û got:

"Divê reformeke rastîn a înfazê pêk were. Wekî mînak, divê cezayê muebbeta giran careke din were sererastkirin û li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê be. "

Turkdogan diyar kir ku ew naveroka pakêtê ne di çarçoveya "bazirganiya bide-bistîne" de lê di çarçoveya mafên mirovan de dinirxînin.

Daxwaza komîsyona parlamentoyê

Parêzer Turkdogan diyar kir ku pêwendiya xalên di pakêtê de rasterast bi pêvajoya çareseriyê re nînin.

Li gorî gotina Turkdogan pêvajoya çareseriyê di qonaxa çekdanînê de ye û wî bal kişand ser pêwîstiya avakirina komîsyonekê li parlamentoyê.

Turkdogan got: "Ev komîsyon dê pêvajoyê bişopîne dê rê nîşan bide û zemîneya qanûnî ava bike.

Ji ber vê yekê, divê berî ku parlamento derbasî betlaneyê bibe were avakirin. Em difikirin ku dê bi pêşveçûna pêvajoyê re gavên nû bên avêtin.

Avakirina komîsyonê berî betlaneya parlamentoyê pêwîstiyeke lezgîn e. Ev pêvajo dê bêguman bi rêya muzakereyên dualî pêş bikeve."

Rewşa Abdullah Ocalan

Siyasetmedar Ozturk Turkdogan derbarê rewşa Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî de axivî û got:

"Eşkera ye ku Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de xwedî pozîsyoneke diyarker e.

Hevdîtinên wî bi heyeta dewletê re berdewam dikin û em bawer dikin ku ev hevdîtin dê alîkariyê bidin pêvajoyê."

Turkdogan diyar kir ku di warê çêtirkirina şert û mercên xebat û pêwendiyên Ocalan de hin pêşketin çêbûne û texmîn kir ku ev têkilî di pêvajoya pêş de dê zêdetir bibin.