Li heremên rojavayê Deryaya Reş a Tirkiyê lehî zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Li heremên rojavayê Deryaya Reş ya Tirkiyê ji ber lehîyan heta niha 2 kes wenda bûne. Metirsiya berdewamiya lêhiyan jî heye. Bi taybetî li bajarên Kastamonu, Duzce, Bartin û Bolu heta niha nêzîkî 3 hezar kes ji heremê hatine veguhastin. Li piraniya gundan elektrîk tine û li navçeya Kure ya Kastamonu jî rêyên beşek gundan xirab bûne. sala borî jî li heman herêmê lehî rabibû û 82 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Çemê Ezîne 11 meha 8 ya sala borî li navçeya Bozkurt ya bi ser bajarê Kastamonu ya rojavayê deryaya reş bibû goristana 82 kesan û 9 kes jî bê serûşûn bibûn. Ev çema niha careke din bû sedema lehîyê. Di lehîya vê carê de çi kesê jiyana xwe ji dest neda lê 53 dukan û û kargeh û 40 avahî di bin avê de man.

Hemwwelatî Azîz Gokal got, “Şukur ji bo Xwedê, duyemîn care ku em rastî vê karesatê hatin. Piştî lehiya sala borî me hê pişta xwe rast nekiribû careke din em rastî vê yekê hatin.”

Firoşkar Sait Kandaş anî ziman, “Rezaleta em dibînin bo me dimîne. Bi ya min xeteya herî mezin ya îdareya avê ye.beriya ku destp bi çêkirina avahiya dikirin lazim bû çem bi temamî hatiba paqij kirin. Ev e jî teqdîra Xwedê ye tiştek ji destê me nahê.”

Kaan xelkê Navçeya Bozkurtê ye. di lehîya borî de dikana wî bi temamî herifî bû. Wî bi alikariyên hikumetê dikana xwe ji nû ve ava kir lê lehîya îsal careke din dikana wî xistiye vî halî.

Firoşkar Kaan Başdemir got, “Xemsariyeke zêde ye. eger di dema xwe de pîyên piran û bazgehan hatiban amade kirin dikanên me wisa nedibûn. Hemû xelk vê yekê dizane.”

Li herêma Rojavayê Deryaya Reş li bajarên Kastamonu, Bartın, Düzce , Bolu û navçeyên wan ji ber barana zêde lehî rabû, di encamê de li bajarê Bartın û Kastamonuyê 2 kes bêsurûşûn bûne. 2 hezar 830 kes ji herêmê hatine veguhastin, zêdetirî 5 hezar donum erdê çandî di bin avê de ma. Li 38 gundan elektrîk û av qut bûye.

Ahmet Kanar anî ziman, “Me sala borî jî azmûneke nexweş dît. Lê tevî ku 10 mehan zêdetir dem li ser de derbas bûye karekî cidî nehate kirin. Kêşeya Bozkurtê tenê çem e. Çemek heye û 3-4 Km ye pêwîst e li dora çem diwarên baş bêne çêkirin. Gelo dewlet evqas bêtaqet e ku nikare diwarekî çêke?”

Heta niha bi destê hikumetê ve 47 milyon û 150 hezar lîre alîkarî gehiştiye herêmên lehîyê, heman demê 2 hezar û 91 wesayet 6 helîkopter , balafirek û 7 hezar û 860 endamên tîmên rizgarkirinê li heremê kar dikin.