Cîgirê Erdogan: Eger li Sûriyê jî Kurdistanek bê avakirin em nikarin mudaxele bikin

30-07-2013
Dildar Şeko
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê hikûmeta AKPê Bulent Arinç, dazanîn ku di dest wan de agahiyên îstîxbaratî hene ku mîna Parka Gezî bûyerên kolanan rû bidin. Her wisa Arinç banga aramiyê li gel kir û got ku ewê rê nedin hîç kiryareke ji derveyî yasayê biqewime.

Di hevpeyvîna xwe ya bi TRT Haber re, Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç, derbarî çalakiyên Parka Gezî ya bajarê Stenbolê de got: "Di ser bûyerên Parka Gezî re bêhtir ji heyvekê derbas bû. Ev bûyer her diçû berfireh dibû. Hem li Stenbolê, hemjî li gelek parêzgehên dîtirî welêt buyer berfireh dibû. Niha Parka Gezî bi rewşa xwe ya nû ketiye xizmetê. Rêzdar Serokwezîr got ku biryara dawî dê pêşkêşî nerîna gel bibe. Niha jî biryarên dadgeriyê hene. Digel ku rewş ev bû, hêzên ewlekariyê destkariya rûdanên ne yasayî jî kirin. Protestokirin mafek e. Mirov ji bo ku bikare daxwaza xwe bînin ziman, bêyî wergirtina destûrê pêşî agahdar dike û paşê dikare bi xwepêşandanê rabe. Lê yasa bi çavekî germ, li ew kesên ku ziyanê digehînin mafên kesên dîtir temaşe nake."

Li ser pirsa, "Gelo di dema rûdanan de, di nav desthilatê de dubendiya ramanê hebû?" Bulent Arinç wusa bersiv da: "Desthilata bi rêkûpêk ewe ya ku her tiştî raserî çavên xwe dike. Di dema hevdîtinan de, tiştekî suruştî ye ku her kes bikare nerîna xwe bîne zimên. Derbarê min de, yê Seokomarê me de derbarê Serokwezîr de gelacî hat kirin. Serokwezîr wê hingê bersivek xweş dabû. Şêwaz û têgehiştina mirovan dibe ku ji hev cuda be. ne mumkun e meriv pîvanê bixe navbera Hz. Osman û Hz. Omer, yan jî Hz. Elî û Hz. Osman. Dibe ku yek ji wan hişk û yê din nerm be. yê me jî dibe ku şêwazê me ji hev cuda be lê ev nayê wê wateyê ku em ne hevbend û ne hevseng in. "

Piştî dazanîn ku ev serê 35 salan e Tirkiye li dijî teror û terorîstan tekoşînê dide û bi hezaran mirovên xwe daye, Cîgirê Serokwezîr Arinç axaftina xwe wisa domand: "Ji bo bêdengkirina çekan pêdivî bi dîtina çareseriyekê hebû. Ev serê 10 salan e ku me ev ramana dikir. Digel pêşdeçûnê jî tengaviyek me ya ku hinavê Tirkiyê dikeritîne heye. Pêdivî bi bêdengkirina çekan û biaxaftina siyasetê heye. Ji bo vê yekê kesekî ku em bikarin pê re bipeyivin hebû ew jî li Îmraliyê bû. Wekû desthilat bi rêya komikên xwe yên îstîxbaratê me bi Îmraliyê re dest bi hevdîtinan kir. Paşê jî Parlementerên Partiya Aştî û Demokrasî bi Îmraliyê re hevdîtin pêk anîn. Di Newrozê de Parlementerên BDP nameya Ocalan xwendin. Ocalan, ji bo rêxistina xwe fermana bêdengkirina çekan û derketina derveyî welêt da. Ji ber vê yekê nabe em xemgîn bin, divêt em bi vê yekê dilxweş bin. "

Her wisa Cîgirê Serokwezîr dazanîn ku wekû desthilat amadene heta bi dawî bi vê pêvajoya çareseriyê re bimeşin û wisa axivî: " Heger ev vexwarina jehrê be, em amadene vexun. Ev jî şensê Tirkiyê yê mezin û herî dawî ye. "

 

Derbarê daxuyaniyên Rêveberên KCK ê de Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç got: "Bila me hêrs nekin, heger destekê didin pêvajoya çareseriyê divêt bizanin ku çi û çawa dipeyivin. Ne bes serkirdeyên terorê, pêdiviye hindek parlementerên BDP jî agahdarî axaftina xwe bin. Wekû parlementerê Wanê Ozdal Uçer.. li hemberî Parêzger, Erkdarên Ewlekariyê  û karmendên giştî pêdiviye rêzdar bin. Li doktoran dixin, li polîsan dixin. Divêt agahdarî kiryarên xwe bin. "


Arinç, derbarê damezrandina Dewletek Kurdî de jî axivî û wiha anî ziman: "Hebûna nîgaşa Kurdistaneke 4 parçeyî rast e. Li Iraqê ev hat dîtin û herêmek xwecihî derket hole (mebesta wî Herêma Kurdistanê ye). Dewletên Yekbûyî Amerîkayê ket wir û paşê jî ji wir derket. Li Iraqê rojane di hêrişên xwekujî de bi sedan mirov dimirin. Li Sûrî jî dibe ku nîgaşeke bi vî rengî hebe. Em dibînin ku li Sûrî jî dixwazin valatiya desthilatê binirxînin û rêveberiyekê damezrînin. Îran jî ji bo tiştekî bi vî rengî amade ye, lê ez nizanim. Ango li van deverên ku Kurd lê binecih in, dibe ku nîgaşek wan a damezrandina dewletek Kurdî hebe û navê vê dewletê jî Kurdistan e. Kurdistan wekû navekî cografî tê bikaranîn. Digel ku ev bê dilê me ye jî lê emê nikaribin destkariyê di geşedanên li hindek deveran bikin. Tenê em dikarin li hember arîşeyên navxweyî tekoşînê bidin. Ev serê hezar salan e wekû goşt û neynûk em bi hev re pelçîm bûne. Cihekî ku pêde biçin nîne û em rê nadin hîç kesekî ku yekîtiya me têk bibe." 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst