Stenbol (Rûdaw) – Rojeva îro ya rojnameyên Tirkiyê piranî li ser civîna awarte ya parlamentoyê ye. Her wiha hinek rojnameyan jî behsa avakirina hêzeke 6 hezar kesî ya tirkmenên Sûriyê kirine ku dê li navçeya Cerablusê ya Sûriyê bên bicihkirin.
HURRIYET
Dîwarê sînor… Li ser sînorê Antakyayê ji aliyekî de xendek tên kolan ji aliyên din de jî dîwarekî 2 metro û nîv tê lêkirin. Dîwar li hember roketan qewî ye û dê bi kamerayên çavdêriyê bê şopandin.
- AKP û MHP dest dan hev, komîsyona vekolînên li ser bûyerên terorî pesend nebû.
- 18 kesên ji Sûrî yên hatibûn perwerdekirin, çawa ku vegeriyan ji alî El Nûsra hatin revandin.
MILLIYET
Operasyona li dijî şervanên biyanî…Li Rihayê yek jê welatiyê Sûrî 5 kes hatin girtin ku ji bo DAIŞê şervanan derbasî Reqqa dikirin.
- Gefa sereke hê jî PKK ye. Di navbera Cerablûs û Ezazê dê hêzeke ji 6 hezar Tirkmanan bê bicîkirin.
VATAN
Ji bo şehîdan… Fûzeyên ku di operasyonên dij PKKê de tên bikaranîn navê leşkerên hatin kuştin li wan dikin.
- Erdogan; li gel Çînê bazara fûzeyan berdewame.
-Yekem balafira Amerîka ya kargoyê C-130 li Încîrlîkê danî.
- Almanya hişyarî da welatiyên xwe ku li Stembolê ji metro û rawesgehên otobûsan dûr kevin ji ber xetera bombeyan.
SABAH
Ewlehiya ji bo welatiyan, terorîst di ber hedefan de… Stratejiya nû li hember PKKê. Vegera li salên 90î nabe/ dê zirar negihîje welatiyan/dê rê neyê dayîn bi terorîstan.
- Di operasyonên hewayî de heta niha 261 PKKyî hatine kuştin.
CUMHURIYET
Tahn û deshelat…Alîgirê serokwezîr Yalçın Akdogan eşkere kir ku ji ber çi dawî li proseya aştiyê hat. Erdogan ji silogana HDPê ya " Emê nehêlin ku tu bibî serok" di hilbijartinan de hêrs bû û wiha lê hat.
- AKP û MHP li meclîsê wek hevkarên koalîsyonê tevdigerin û nehiştin komîsyona vekolînan li ser buyerên terorî bê avakirin.
TARAF
Me benda ji %60î wiha ji hev belav kir.
Beşîr Atalay, nivîsek şand ji teşkîlatên partiya xwe re ku tê de dibêje giraniyê bidin ser têkbirina psîkolojîk. Di axaftinên xwe de bi ser HDPê de herin û wê bi durûtiyê tometbar bikin li hember terorê.
- Serbazên ku li Agirî û duh jî li Erzeromê hatin kuştin, dîsa ji otomobîleke reş çek bi wan de hatin teqandin.
YENİ ŞAFAK
Dawûdoglu birîfînga derbarê operasyonan de ku dabû MHP û CHP, çima neda HDPê, wiha şîrove kir; Dê ew agahî di cî de biçûya Qendîlê.
- Herêma ewlehî ji bo Tirkmanan bû ciyê hêviyê, li Cerablûs.
STAR
DAIŞ û PKK û DHKP-C serê sê maşikan in ji bo tevdaniyê.
- Yalçın Akdogan, HDPê ji ber benda hilbijartinan, proseya çareseriyê têk bir.
AKŞAM
Tunêlên xiyanetê…Şaredariyên di destê HDPê de bi navê kolandina kanalîzasyonan tunêlan ava dikin heta nêzîkî herêmên leşkerî ku ji bo êrîşan bên bikaranîn.
GUNDEM
Ji bo şehîdan rabin ser xwe…Cenazeyên 13 YPGyiyên ku di şerê DAIŞ de jiyana xwe ji dest dan 4 roj in li ser sînor in. Tirkiye nahêle derbas bibin.
- Baydelmîr: Serayê li hember aştiyê suîqast pêk aniye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse