Tirkiye - Li 71 xalan agir bi daristanan ketiye
Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê li 71 xalan agir bi daristanan ketiye, heta niha tenê li 58 cihan hatiye kontrolkirin. Di encama agir de heya niha 4 kesan canê xwe ji dest dane. Li gorî zanyariyên Rûdawê, 4 hezar tîmên agirvemirandinê û şaredariyê û 3 balefirên agirvemirandinê û balefireke bê pîlot mijûlî kontrolkirina agir in.
Li gorî heman zanyariyan, ziyan gihîştiye 150 dewar 1000 pezî û nêzîkî 1000 kes jî ji cihên xwe hatine veguhastin. Polîsê Stenbolê çûna nava daristanan qedexe kir. Bi sedema agirberbûna piraniya daristanên Tirkiyê, berpirsên Stenbolê hemû core geştkirinek bo nav daristanan de qedexe kir
Şewata li navçeya Manavgata Antalyayê berdewam e. di vîdeoyên ku belav bûne de welatiyek bi girî bang li çêlekên xwe dike û tikeyan li wan dike ku neçin nava agir bo karibe wan rizgar bike ji şewatê.
Di 28ê Tîrmehê de li beşek zêde daristanên Antalyayê û çend bajarên din yên Tirkiyê şewatê destpê kir. 4 hezar karmend hewl didin ku şewata her diçe belav dibe vemrînin. Lê li gor dîmenên ku ajansa Nasa belav kiriye heta niha bi giştî şewat nehatiye kontrolkirin.
Pêketina vî agirê zêde û hemdem li daristanan bi xwe re gumanek jî ava kiriye. Her çiqas bi awayekî fermî sedemek nehatiye eşkerekirin jî lê Wezîrê Derve yê Tirkiyê roja înê ragihand ku ew guman dikin destek li pişt van şewatan heye.
Mevlud Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tikriyê, dibêje, “Bêguman her carê û li her derê dema şewat derdikeve bi awayekî sirûştî ev pirs tê kirin; Kê ev kiriye? Gumana welatiyan jî û ya me jî heye. Lê min duh jî got di encam de saziyên me karekî hestiyar birêve dibin.”
Êvara roja pêncşemê ajanseke nîvfermî ya Tirkiyê belav kiribû ku du endamê PKKê li navçeya Turgutlu ya Manîsayê bi gumana ku di şewata daristanan de destê wan heye hatine desteserkirin. Lê parêzgarê Manîsayê ev nûçe ret kir û ajansê nûça xwe rakir.
Şewatê gelek zirar li mal û cane welatiyan kiriye û beşeke xelkê giliyan dikin ku dewlet wek tê xwestin tevnagere. Wezîrê Derve yê Tirkiyê şeva pêncşemê li Antalyayê bi nerazîbûnên welatiyan re rûbirû hat.