Li Konyayê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ilginê ya parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Ilginê ya Konyayê erdhejekê rû daye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 06:40î çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 16,6 kîlometre bûye.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Konyayê Ugur Îbrahîm Altay li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ti zererên canî û madî yên erdhejê nebûne.